Nîsan 04, 2022 17:37 Asia/Tehran
  • Aşkirakirinên Imran Xan li dijî Amerîkayê didomin

Serokwezîrê wêdadayî yê Pakistanê berûlayên nû ji rola dîplomatê amerîkî di jêbirina xwe da aşkira kirin.

Imran Xan serokwezîrê Pakistanê vê sibê ji cîgeha xwe hat wêdadayîn. Wî pêştir gotibû ku rayedarên amerîkî ji ber helwêstên wî derheqê Rûsiyê û şerê Ukraynê ew hişyar kiriye û heta gefa wêdadayîna wî ji desthilatê lê xwariye.

 

Imran Xan demek piştî weşandina hikmê wêdadayîna xwe, amaje bi rola rayedarekî amerîkî bi navê Donald Lo di vê bûyerê da kir.

Lê wî piştra got ku rayedarê amerîkî bi şandina nameyekê gef lê xwariye.

Li gorî gotina Imran Xan, ev nameya gefbar ji aliyê Donald Lo cîgirê wezareta derve ya Ameerîkayê li karên têkildarî Asyaya Başûr û Navendî va hatiye şandin.

Imran Xan Waşîngton bi sûcê piştevaniya ji tevgerekê ku dil heye wî ji desthilatê bavêje, tawanbar kir.

 

Serepeyv