Adar 31, 2022 10:19 Asia/Tehran
  • Vekişîna leşkerên Rûsyayê ji santrala nukleerî ya Çernobîlê

Rayedarekî berevaniyê yê payebilind yê Amerîkî got ku hêzên Rûsî dest bi vekişîna ji santrala nukleerî ya Çernobîlê kirine piştî ku di 24ê Sibatê de navenda Çernobîlê kontrol kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, rayedarê payebilind ê berevaniya Amerîkayê ji AFP`ê re got: Wan (hêzên Rûsî) dest bi veguhestina hin hêzên xwe kirine û ber bi Belarûsê ve diçin û ji navenda Çernobîlê derdikevin.

Pêştir  Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) şeva Yekşemê dilgiraniya xwe li ser ewlehiya santrala Çernobîlê diyar kiribû, eva di rewşekê de bû ku hin çaksaziyan di vê santralê pêk hatibûn.

Şîrketa Enerjiyê ya Neteweyî ya Ukraynayê (Ockner Co) beriya niha ragihandibû ku wan restorekirin û tamîrkirina santrala nukleerê ya Çernobîlê qedandiye û ji nû ve dest bi dayîna elektrîkê ya santralê kiriye.

Di 4ê Adarê de, hêzên Rûsî santrala Zaporizhia topbaran kirin û ew girtin. Ev bû sedema şewatek di hundurê santralê de, ku alarma karesatek navokî ya muhtemel li Ewropayê da.

Beriya niha, roja ku Rûsya êrîşî Ukrayna kir, hêzên wê dest danîbûn ser santrala nukleerî ya Çernobîlê ya ji kar hatibû derxistin, cihê karesata 1986an. Di qezaya santrala nukleerî de bi sedan kes mirin û gemariya radyoaktîf li herêmên derdorê belav bû.

Serepeyv