Adar 28, 2022 21:16 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Gotûbêja bi Ukraynê ra heta niha destkefteke berbiçav tunebûye

Berdevkê serokkomarê Rûsiyê got: Gotûbêjên Mosko û Kiyêvê heta niha destkefteke berbiçav tunebûye û piştî beşdariya du aliyan li Stenbola Tirkiyê, dê bernameyek ji bo hevdîtina serokkomarên Rûsiye û Ukraynê tunebe.

Ji dema destpêbûna şerê Rûsiye û Ukraynê di 24ê Sibata 2022an da heta niha çend dorên gotûbêjan di navbera taximên Rûsiye û Ukraynê di astên cûr bi cûr da pêk hatine ku nebûne sebeba agirbeseke giştalî û berfireh.

Gotûbêjên wezîrên derve yên Rûsiye û Ukraynê li Tirkiyê jî destkefteke wê ya berbiçav tunebûye.

Tenha encama van gotûbêjan, xweşkirina rewşê ji bo agirbesa demkî li hin navçeyan ji bo derketina welatiyên sivîl ji rêyên mirovdostane bûye.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Dmîtrî Piskov (Dmitry Peskov), Berdevkê serokkomarê Rûsiyê roja Duşemiyê got: Ev yek dûr tê xuyakirin ku nûnerên Rûsiye û Ukraynê roja Duşemiyê li Stenbola Tirkiyê bicivin, lê dibe ku ev hevdîtin roja Sêşemiyê pêk were.

Tevî vê yekê, taxima gotûbêjker a Rûsiyê tevî piştrastkirina jinûve-destpêkirina gotûbêjan di gel Ukraynê, ragihand: Ev gotûbêj ji roja Sêşemiyê va dê li Tirkiyê werin lidarxistin.

Vadîm Dênîsênko (Vadym denysenko) Şêwirmendê Wezareta karên hundir a Ukraynê jî roja Duşemiyê got: Ez fikir nakim ku gotûbêj di mijarên sereke da destleftekê pêk bînin.

Ofîsa serokkomartiya Tirkiyê pêştir bi dxuyaniyekê ragihand, Receb Teyib Erdogan û Vladîmîr Pûtîn serokkomarên Tirkiye û Rûsiyê roja Yekşemiyê derbarê girîngiya pêkanîna agirbesê di navbera Rûsiye û Ukraynê da bi rêya telefonê axivîn.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, Erdogan û Pûtîn li hev kir ku dora din a gotûbêjan di navbera Rûsiye û Ukraynê li Stenbolê were lidarxistin.

 

 

Serepeyv