Adar 28, 2022 15:24 Asia/Tehran
  •   Îdiayên Ukraynê:

Rayedarên Ukraynê îdia kiriye ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynê da 17 hezar esker, 123 balafir, 127 firoke û 586 tankên artêşa Rûsyayê hatin berterefkirin.

Ajansa Anatoliya Tirkiyê ji zarê Sererkaniya Ukraynê îdia kiriye ku artêşa Rûsyayê di navbera 24ê Sibatê û 28ê Adarê da derbeyeke mezin xwariye.

Vê ajansê nivîsiye: "Di şerê Rûsya û Ukraynê da 17 hezar esker, 123 balafir, 127 firoke û 586 tank, 1694 wesayîtên bizirx, 302 top, 95 pergalên roketavêjê û 54 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.

Ji bilî vê hêzên Rûsyayê 1150 wesaît, 7 keştî û keştiyên bilez, 73 wesayîtên sotemeniyê û 66 wesaîtên esmanî yên bêmirov (ÎHA) jî ji dest dan."

 

Serepeyv