Adar 24, 2022 10:45 Asia/Tehran
  • Rûsya dîplomatên Amerîkî derdixe

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de şeva Çarşemê ragihand ku ew dê hejmarek dîplomatên Amerîkî ji wî welatî derxin.

CNN ragihand, Kremlîn lîsteyek dîplomatên Amerîkî yên ku wekî mirovên nexwestî hatine naskirin radestî karbidestekî payebilind ê balyozxana Amerîkayê li Moskowê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji Amerîkayê re bi tundî hatiye gotin ku her kiryareke dijminane ya Waşîngtonê li dijî Rûsyayê dê bi bertekeke bibiryar û guncaw were bersivandin."

Ev pêngava Rûsyayê bersivek e li hember tevgereke bi heman rengî ya Amerîkayê.

Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzia herî dawî ragihandibû ku Amerîkayê 12 dîplomatên nûnertiya hertimî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî wek mirovên nexwestî ragihandine û ji wan xwest ku heta 7ê Adarê ji Amerîkayê derkevin.

Nûnerê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî got: derxistina dîplomatên Rûsî ji balyozxana Rûsyayê li Netewên Yekgirtî nîşan dide ku Amerîka bi erkên xwe yên li gor Peymana Netewên Yekgirtî û rêkeftina welatê mêvandar tevnagere.

Balyozê Rûsiyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî jî ev pêngav wek pêngaveke din a dijminane li dijî nûneratiya Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi nav kir.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, lehiya reaksiyonên cîhanî yên li ser bûyerê berdewam dike û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv