Adar 20, 2022 13:51 Asia/Tehran
  •  Ukrayn: Heta niha 9 hezar sivîl ji Mariupol hatine derxistin

Artîşa Rûsyayê, piştî topbarana Mariupol bajarî, dest bi ser navçeyan de girtiye û niha jî dest bi derxistina xelkê sivîl kiriye. Li gor amarên ku Ukraynê belav kirine, di 2 rojan de 9 hezar sivîl ji Mariupolê hatine derxistin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Niştecihekî Mariupolê dibêje, “Xwişka min li vir hate kuştin… hîn min veneşartiye. Hîn jî cenazeyê wê li derveyî meye. Cenazeyên xwişka min û cîranê me li erdê mane.”

Bi sedan kes di rêyên korîdorê mirovî re ji vî bajarî derketine û derbasî deverên li jêr desthilata Ukrayna dene bûne.

Ev jî derbasî başûrê Donetsk hatine kirin ku di destê cudaxwazên girêdayî Rûsyayî dene.

Yevheniy Perov, koçbera Mariupol, dibêje, “Me tiştek di derbarî wê korîdora mirovî de nedizanî. Em li penagehê de rûniştibûn. Ti zanyariyên me tinebûn, kîjan korîdor, çawa, kengî û ber bi kur ve diçe me nedizanî… ji ber ku kesekê di derbarê rêya mirovî de pirs nedikirin.”

Şêwirmendekî serokê Ukraynê jî dibêje ev bajar bi temamî ketiye destê artêşa Rûyayê û ew nikarin ji destê wan derxin.

Oleksiy Arestovych, Şêwirmendê serokê Rûsyayê, dibêje, “Dijmin sîstemek gelek bihêz a asmanî li Mariupol daniye. Li Kirimya bi rêya firokeyên şer û li Rostove jî bi rêya bejayî. Ti artêşek di cîhanê de nihare vê xetê derbas bike, heta Amerîka jî. me hewil daye em alîkariya asmanî bo Mariupol bişînin, lê hewildan bê encam bûn. Bo wê niha ti çareseriyeke serbazî bo Mariupol tune ye.”

Bi giştî 10 korîdorên mirovî bo derketina sivîlan hatine destnîşan kirin, yek ji wan jî li Mariupol e. 

Li gorî daxuyaniya rêveberên herêma Donetsk, di nava du rojan de 800 kes ji Mariupol derbasî vê deverê bûne.

Li gorî amarên ku Ukraynê belav kirin, di nava kêmtirî du rojên derbasbûyî de 9 hezar kesê sivîl karîne bi rêya korîdorên mirovî ji vî bajarî ber bi navçeyên din yê Ukrayna ve biçin.
 

Serepeyv