Ukrayn: Îran li dijî şêrr e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332580-ukrayn_Îran_li_dijî_şêrr_e
Wezîrê karên derve yê Ukraynê li ser Twittera xwe nivîsî ku Îran li dijêî şêrr e û pişta rêkarên aştiyane digire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2022 05:28 Asia/Tehran
  • Ukrayn: Îran li dijî şêrr e

Wezîrê karên derve yê Ukraynê li ser Twittera xwe nivîsî ku Îran li dijêî şêrr e û pişta rêkarên aştiyane digire.

Li gorî rapora Fars Newsê, Dmytro Kuleba, Wezîrê karên derve yê Ukraynê piştî gotûbêja telefonî di gel Husên Emîr-Ebdullahiyan hevpêşeyê xwe yê îranî li Twitterê nivîsî ku Tehran pişta şêrr nagire.

Wî di kurtepeyamekê tevî amajeya bi serdana roja Sêşemiyê ya Husên Emîr-Ebdullahiyan bo Moskoyê, nivîsî: Îran li dijî şêrr li Ukraynê ye û pişta rêkara aştiyane digire.

Wî her wiha got: Min xwest peyama min li Moskoyê were veguhestin: Rûsiye divê bombebarana li ser sivîlan rawestîne, sozdarê agirbesê be û ji Ukraynê derkeve.