Adar 13, 2022 11:42 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Ukraynayê: Rûsya dixwaze santrala nukleerî ya Zaporîjya ji bo hertim kontrol bike

Hikûmeta Ukraynayê ji Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê re ragihandiye, ku Rûsya dil heye ku santrala nukleerî ya Zaporîjya bi temamî û herdemî kontrol bike û 400 leşkerên xwe li vê santralê bi cih bike.

Rêvebirê santrala ku mezintirîn santrala nukleerî ya li Ewropayê ye, di nameyekê de ji IAEA re got ku hêzên Rûsyayê bi tamamî û herdem li vê santralê ne.

Ev santral di van rojên dawî de bûye armanca êrîşên giran ji aliyê hêzên Rûsî û tundiya êrîşan fukar û nîgeraniyên navdewletî derbarê karesateke navokî li Ewropayê zêde kiribûn.

Ji aliyeke din ve, li gor ragihandina ajansa navnetewî ya enerjiya atomî, santrala etomî ya Çernobîlê hê jî hêlên veguhêz ên ku di êrîşa Rûsiya de ziyan dîtine, çak dike û jeneratorên piştgir jî niha hêzê dişînin.

Piştî liv û tevgerên vê dawiyê yên welatên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Lohanskê li rojhilatê Ukraynayê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet da . Piştî wê firokeyên şer, top û mûşekên Rûsî çeperên artêşa Ukraynayê kirin armanc.

Putîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, reaksiyonên cîhanî yên li hemberî vê kiryara Rûsyayê berdewam dike, boykotên aborî û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv