Adar 07, 2022 21:37 Asia/Tehran
  • Amerîka û Brîtanya di serê lîsteya welatên nedost ên Rûsiyê da ne

Dewleta Rûsiyê roja Duşemiyê lîsteyek ji welat û deverên cîhanê ku kiryarên nedostane li dijî Rûsiye, kompanî û welatiyên wê pêk tînin, pesend kir.

Lîsteya welat û deverên nedost pêkhatî ji Amerîka, Kanada, Brîtanya (pêkhatî ji navçeyên Cirsî, Angoyla, Giravên Vîrcîn ên Brîtanyayê, Cebel Tariq), Ukrayn, welatên Yekîtiya Ewropayê, Montenegro, Swîs, Albanî, Andora, Îslend, Lîxtin Ştayn, Monako, Norwêj, Sen Marîno, Mekedonyaya Bakûr û her wiha Japon, Koreya Başûr, Australya, Mîkronezî, Zîlanda Nû, Sengapûr û Taywanê ne.

Dewleta Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî vê destûra nû, welatîû kompaniyên Rûsiye, dewlet bi xwe, navçe û şaredariyên wê ku sozên epereyê biyanî derheqê telebkarên biyanî ji lîsteya welatên ne-dost hene, dikarin wan bi Roblê, pereyê neteweyî yê Rûsiyê bidin.

Operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê ji roja 24ê Sibatê va li ser fermana Vladîmîr Pûtîn serokkomarê vî welatî dest pê kiriye. Rûsiyê ragihandiye ku naxwaze erdên Ukraynê dagir bike û armanca wê jiçekkirina vî welatî ye.

Lê gelek ji welatên cîhanê ji wan welatên ewropî û Amrîkayê, ev biryara Moskoyê wek şer dane zanîn û bi vê behaneyê zextên xwe yên dîplomatîk û aborî li ser Rûsiyê zêde kirin.

 

 

Serepeyv