Adar 07, 2022 12:49 Asia/Tehran
  •   Visa û Mastercardê operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin

Şîrketên xizmeta fînansî yên Visa û Mastercardê ragihandin ku wan operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin.

Di daxuyaniya Visayê da hat diyarkirin, şîrket ji bo rawestandina hemû miemeleyên Visayê yên di rojên pêş me da dê digel mişterî û hevkarên xwe yên li Rûsyayê bixebite.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, gava pêvajo temam bû, êdî tu miemeleyeke ku bi kartên Visayê tên kirin dê li dervayî welêt nexebitin, kartên Visayê yên ku ji hêla saziyên fînansî yên li dervayî Rûsyayê hatine dayîn jî dê li Rûsyayê nexebitin.

Di daxuyaniya Mastercardê da jî hat destnîşankirin ku ji ber rewşa nediyar a aboriyê, wan biryar da sitand ku xizmetên xwe yên torê yên li Rûsyayê rawestînin.

Ev rawestandin ji ber rageşiya navbera Rûsiye û Ukraynê pêk hatiye.

Serepeyv