Adar 04, 2022 16:17 Asia/Tehran
  • NY: Heta niha miliyonek ji welatiyên Ukraynê koçber bûne

Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî dibêje, di nava heftiyeke şer û pevçûnên navbera Rûsya û Ukraynê de yek milyon kesan axa Ukraynê bicî hiştine.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gorî UNHCR'yê, di heyama heftiyekê de nêzîkî %2 ji Ukrayniyan mal û halên xwe bicih hiştine û ji wî welatî derketine, ew jî di demekê de ku hejmara nişteciyên Ukraynê nêzîkî 44 milyon kesan e.

UNHCR'yê herwiha diyar kir, ew qerebalixiya bi sedema revîna xelkê çêbûye, di 40 salên derbasbûyî de mînakên wek wê kêm bûne.

Wê ajansa ser bi NY pêşbînî kirirye ku di çend roj û heftiyên bê de hejmara kesên ku ji Ukraynê derkevin û aware bibin bigihe 4 milyon kesan.

Amara Ukrayniyê ku ji destpêka şer ve reviyane welatên din bi vî awayî ye:

Polanda: 505.582

Hungarya (Mecaristan): 139.686

Moldova: 97.827

Slovakya: 72.200

Romanya: 51.261

Rûsya: 47.800

Belarus: 357

Almanya: 5000

Welatên din: 90.000

Serepeyv