Adar 03, 2022 20:15 Asia/Tehran
  • Dijwarbûna pevçûnan li Kîyêv paytexta Ukraynayê di heştemîn roja êrişa Rûsyayê da

Di roja heştê ya êrişa Rûsyayê ser Ukraynayê da, êrişên hewayî yên ser bajarên sereke û mezin û paytexta vî welatî dijwar bûne. Çavkanîyên ukraynî piştrast kirin ku bajarekî din ketîye destê hêzên rûs û Zelenskî jî dibêje ku heta nika 9 hezar hêzên rûs hatine kuştinê.

Di berbanga îro da herî kêm 4 teqînên giran li Kîyêv paytexta Ukraynayê qewimîn; 2 teqîn li navenda Kîyêvê û 2 jî li nêzîkî rawestgeha metroya vî bajarî.

Di 24 saetên buhurî da pevçûnên giran li derdora şarê Xêrsûn yek ji mezintirîn şarên Ukraynê li nêzîkî nîvgirava Kirîmê derketin û hêzên ukraynî tûşî xisar û derbên giran bûne û neçar man ku ji vî şarî vekişin.

Hêzên rûs herwiha bendera Maryopol li perravên deryaya Azofê ku yek ji deverên pirrnifûs ên Ukraynayê tê hesêb, tam xistine bin kontrola xwe.

Di halekî da ku Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku heta nika 498 serbazên rûs hatine kuştinê û 597 leşker jî birîndar bûne, Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky dibêje ku heta nika 9 hezar hêzên rûs di van pevçûnan da hatine kuştinê.

Helbet Dîmîtrî Pêskov Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê jî piştrast kir ku hejmareke zêde ya leşkerên vî welatî di şerê Ukraynê da hatine kuştinê û bêyî ku amareke deqîq di vî warî da raber bike, kuştina leşekrên rûrs li Ukraynayê tirajîk wesif kir.

Volodimîr Zelenski herwiha dibêje ku ukraynî hela jî li ber xwe didin û hêzên rûs hela jî nekarîne dewleta Kîyêvê sernixûn bikin.

Rayedarên leşkerî yên rûs jî dibêjin ku heta nika 74 binkeyên leşkerî yên Ukraynê ji wan 11 balafirgeh, 3 navendên fermandetîyê û binkeya fermandetîya deryayî ya Ukraynê û 18 rawestgehên radarê û sîstemên berevanîya hewayî yên S-300 û Bûk-M1 ên vî welatî rûxandine.

Di vî halî da Almanyayê jî ragihand ku yê 2700 mûşekên dije-helekoptêr û dije êrişên hewayî ji wan mûşekên dijebalêstîk ên Aro jî veguhêze Ukraynayê.

Bêljîkê jî ragihand ku dê 3 hezar û 800 ton ardû û 2 hezar reşaşeyan raberî artêşa Ukraynayê bike.

Mêdyayên rojavayî herwiha ragihandin ku Çêk û Holandayê jî alîkarîyên leşkerî şandine Ukraynayê.

Ji hêla din ve, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, basa sepandina boykotên nû ser 22 şirketên leşekrî yên Rûsyayê da kir.

Antonî Blînken got: Şirketên ku tên boykotkirin, şirketên çêkirina balafirên cengê, zêrêhpûş, mûşek, balafirên bêfirokevan û sîstemên şerê dîjîtal ên Rûsyayê ne.

Serepeyv