Sibat 26, 2022 16:32 Asia/Tehran
  • NY: Zêde ji 120 hezar kesî ji Ukraynê derketine

Ajansa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku heta niha zêdetirî 120 hezar ukraynî ji dema destpêkirina şêrr ji Ukraynê derketine û berê xwe dane welatên cînar.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Ajansa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemiyê her wiha ragihand ku rewş li Ukraynê renge xerabtir bibe û renge zêdetirî 4 miliyon ukraynî ji ber şêrr û dewama wî, terka axa Ukraynê bikin.

Rûsiyê ji sibeha roja Pêncşemiyê, 24ê Sibatê va êrîşa leşkerî li ser Ukraynê dest pê kir.

 

Serepeyv