Sibat 25, 2022 19:19 Asia/Tehran
  • Kremlîn: Pûtîn taximekê ji bo gotûbêja bi Ukraynê ra dişîne Mînskê

Dmîtrî Piskov (Dmitry Peskov), Berdevkê Serokomarê Rûsiyê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê li ser daxwaza Vlodîmîr Zêlênskî serokomarê Ukraynê ji bo gotûbêjê, taximekê ji bo gotûbêjê dişîne Mînskê.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Rianovestiyê, Piskov roja Îniyê ji nûçegihanan nra got: Îro serokomarê Ukraynê ji bo gotûbêja derbarê rewşa bêalî ya Ukraynê amadetiya xwe ragihand.

Berdevkê Serokomarê Rûsiyê got: Vladîmîr Pûtîn destnîşan kiriye ku armanca operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê alîkarî ji bo komarên gelanî yên Donêtsk û Lûhanskê bi mebesta ne-leşkerîbûn û bidawîhatina diyardeya Neonazîsmê û şopadnina bîrdoziya nijadperestî û Almana Nazî li Ukraynê ye.

Wî her wiha got: Ev kiryar beşa cudanebûyî ya mewqiya bêalî ya Ukraynê ye.

Li gorî Berdevkê Serokomarê Rûsiyê, taxima şandî ya Rûsiyê bo Mînskê dê pêkhatî ji nûnerên wezaretxaneyên berevanî û karên derve û nûnerê serokomarê Rûssiyê be.

 

 

Serepeyv