Sibat 24, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Hûrgiliyên dawiyê yên şerê Rûsya û Ukraynayê

Herêmên ku li rojhilatê Ukraynayê serxwebûn ragihandine, diyar kirin ku 2 bajar bi dest xistine. Kîevê jî ragihand ku artêşa Rûs ber bi du bajarên cuda ve bi pêş ve diçe.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku li gorî dema Moskowê saet di 06:00 de li hemberî Ukraynayê dest bi operasyona leşkerî kirine.

Li paytext Kîev û gelek bajarên bendergehan teqîn çêbûn. Kîevê diyar kir ku "dagirkeriyeke mezin" dest pê kiriye.

Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê ragihand ku li gorî texmînên wan dibe ku bi sedan leşkerên Ukraynayî miribin. Li gorî bîlançoya destpêkê ya fermî di bombardûmana Rûsyayê de herî kêm 7 leşker mirin, 19 jî winda ne.

ZELENSKÎ FERMAN DA: BIKIN KU BILA WINDAHIYEKE GIRAN BIDIN

Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser malpera Facebookê ferman da artêşa Ukraynayê ku di asta herî bilind de bikin ku hêzên Rûs windahiyan bidin. Wezareta Parastinê ya Ukraynayê jî bang li her kesên ku dikarin çekê rakin kir ku tevlî hêzên leşkerî bibin.

MOSKOW: YEKÎNEYÊN UKRAYNAYÊ ÇEPERÊN XWE DITERIKÎNIN Û TESLÎM DIBIN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên Ukraynayê çeperên xwe diterikînin û gelek leşkeran çek danîne. Wezaretê got, "Li gorî îstîxbaratê, gelek yekîneyên ser bi Hêzên Çekdar ên Ukraynayê çeperên xwe diterikînin."

Hêzên leşkerî yên herêmên Donetsk û Lûhansk ên pişta xwe dispêrin Rûsyayê, diyar kirin ku du bajarên biçûk ên li rojhilatê welêt Stanytsîa û Chtchastîa bi dest xistine.

KÎEV: YEKÎNEYÊN RÛS BER BI DU BAJARAN VE BI PÊŞ VE DIÇIN

Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê diyar kir ku artêşa Rûsyayê ber bi bajarên Mîlov û Horodychtch ve diçin.

Her wiha hate ragihandin ku li herêma Khmelnytskî ya li rojava û Dnipro ya li başûr, bi roketan li depoyên cebilxaneyan hatiye xistin. Li bajarê Lutskê jî kûleyeke televîzyonê hate îmhakirin, li Vinnytsi û derdora Kîevê jî li leşkergehan hate xistin.

REVA JI KÎEVÊ

Gelek ajansên nûçeyan dîmen parve kirin û ragihandin ku mirov ji Kîevê direvin.

Serepeyv