Sibat 24, 2022 15:41 Asia/Tehran
  • Rûsya: Cihên leşkerî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastina asmanî, binkeyên asmanî yên leşkerî û hêzên esmanî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê hat îdiakirin ku operasyona leşkerî ya li Donbasê ji bo sivîlên welêt ne gefe e.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyê de dibêje: "Pergalên berevanî yên asmanî, binkeyên asmanî yên leşkerî û hêzên asmanî yên li Ukraynayê bi çekên hesas ve hatin berterefkirin."

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand, wan li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona eskerî da destpêkirin, paytexta wî welatî Kîev jî di nav de li gelek bajarên welêt dengê teqînan tê bihîstin.

Ji xeynî Kîevê li bajarên Harkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv, Odesayê jî li pey hev dengê teqînan tê.

Berpirsên Ukraynayî yên herêmî dibêjin, “tevgereke dagirkirinê ya Rûsyayê” dest pê kir, ji ber êrîşên mûşekan dengê teqînan tê.

Derheqê wê yekê de agahî nehat dayîn ka di êrîşan de ku der armac tên girtin an jî kuştî hene an na.

Herwiha derbarê  wê yekê de jî daxuyanî nehat dayîn ku leşkerên Rûyayê derbasî aliyê din ê herêmên cudaxwaz bûn an na.

Di 21ê Sibatê de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn rexne li Rojava girt ku guh nedaye nîgeraniyên ewlehiyê yên Moskowê û got ku welatê wê serxwebûna Donetsk û Luhansk nas kiriye.

Niha ku rojavayê Ukrayna ber bi şer kişandine ji babeta leşkerî ti alîkariyekî vî welatî nakin û serokî Amerîkayê Joe Biden jî gotiye ku ez û jina xwe ji bo Ukraynayê dua dikin.

Serepeyv