Sibat 24, 2022 09:53 Asia/Tehran
  •  Putin êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand

Serokê Rûsyayê êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.” Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwîn rijandinê dikeve stoyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon jî bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên.

Putin Amerîka û hevpeymanên wê bi paşguhxistina daxwazên Rûsyayê tohmetbar kirin ku daxwaz dikir nabe Ukrayna bibe endamê NATOyê û hevdem garantiya gefên emnî yên Moskowê bide. Putin got, armanca operasyona serbazî ya Rûsyayê ew e ku piştrast bibin “Ukraynayê” ji çekan paqij dikin. Serokê Rûsyayê daxwaz ji hemû Ukrayniyan kir ku yên rahiştine çekan dikarin di nav tedbîrên silametiyê de navçeyên şer bicîh bihêlin.

Êrîşa Rûsyayê rasterast bû sedema nerazîbûna welatên Rojava, Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyeke Koşka Spî de got: “Serok Putin şerekî plan jêre hatiye danîn hilbijart ku dibe sedema karesatên mirovî.” Biden dibêje, ji ber vî şerî tenê Putin berpirsyarê mirin û çêbûna wêrankariyê ye û Amerîka, hevpeyman û hevbeşên wê yekgirtî û yekalîker bersiv didin. Biden herwiha got: “Cîhan Rûsyayê wek berpirsyar dibîne.” Serokê Amerîkayê dibêje Koşka Spî çavdêriya rewşa Ukraynayê dike û berdewam zanyariyên nû ji tîmê asayîşa niştimanî werdigre.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de daxwaz ji Putin kir û got: “Serbazên xwe ji êrîşa ser Ukraynayê rawestîne.” Encûmena Asayîşê ya Netweyên Yekbûyî civîneke awarte saz kir, endamên Encûmena Asayîşê yek li pey yek daxwaz ji Rûsyayê kirin ku xwe ji “Şerê Ukraynayê” dûr bixe.

Serepeyv