Bihayê petrolê pêka her bermîlî ji 99 dolarî zêdetir bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332129-bihayê_petrolê_pêka_her_bermîlî_ji_99_dolarî_zêdetir_bû
Bihayê danûstandinên tê (Nîsan) yên petrolê bo cara yekem ji Îlona 2014an va ji 99 dolarî pêka her bermîlî zêdetir bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2022 12:00 Asia/Tehran
  • Bihayê petrolê pêka her bermîlî ji 99 dolarî zêdetir bû

Bihayê danûstandinên tê (Nîsan) yên petrolê bo cara yekem ji Îlona 2014an va ji 99 dolarî pêka her bermîlî zêdetir bû.

Li gorî rapora Reutersê, Kêşeya di raberkirina petrolê da ji ber gurrbûna qeyrana Ukraynayê, bihayê petrolê di roja Sêşemiyê da, bi qasî du dolaran zêde kir.

Reuters îdia dike ku gurrbûna kêşeya Ukraynayê li pey fermana Rûsiyê ji bo şandina hêzan bo du navçeyên rojhilatê Ukraynayê bûye.

Berêvara Duşemiyê, Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê serxwebûna du komarên gelanî yên Donêtsk û Lûhanskê bi fermî ragihand.