Ukrayna Donetsk û Luhansk topbaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332081-ukrayna_donetsk_û_luhansk_topbaran_kir
Komarên Donetsk û Luhansk ragihandin ku artêşa Ukraynayê jîngeh û karegehek topbaran kiriye. Di encamê de sivîl birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2022 11:46 Asia/Tehran
  • Ukrayna Donetsk û Luhansk topbaran kir

Komarên Donetsk û Luhansk ragihandin ku artêşa Ukraynayê jîngeh û karegehek topbaran kiriye. Di encamê de sivîl birîndar bûne.

Li gorî ajansa Novosty a rûsî ku agahiyên xwe dispêre desthilatên Donetsk diyar kir ku hêzên çekdar ên Ukraynayê du jîngeh û karegeheke madeyên kîmyawî topbaran kirine.

Girêdayî heman mijarê hêzên taybet ên komara bixweragihandî ya Donetskê got wan êrişeke din li dijî stasyonên kehrebeyê û lûleyên gazê têk birine.

Wezareta Parastinê ya Komara bixweragihandî ya Luhanskê got wê êrişeke hêzên Ukraynayê li herêma Pionersk şikandine.

Her wiha desthilatan ragihand ku di encamê de 2 welatî hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.