Efûya giştî li Koreya Bakur
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331554-efûya_giştî_li_koreya_bakur
Parlamenta Koreya Bakur bi boneya jidayikbûna damezrînerê vî welatî efûya giştî ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2022 06:37 Asia/Tehran
  • Efûya giştî li Koreya Bakur

Parlamenta Koreya Bakur bi boneya jidayikbûna damezrînerê vî welatî efûya giştî ragihand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yonhapê, Komîteya Daîmî ya Meclisa Bilind a Gel a Koreya Bakur duh Pêncşemê biryar da ku bi minasibeta 100emîn salvegera jidayikbûna damezrînerê vî welatî Kim Il-sung (15ê Nîsanê) û 80emîn rojbûna Kim Jong Il, serokomarê berê û bavê serokomarê niha yê Koreya Bakur (16ê Sibatê), sûcdarên ku li dijî welat û neteweyê sûc kirine, efû bike.

Di danezana efûyê ya ku biryar e ji 30'ê Çile de dê bikeve meriyetê, bang li hikûmet û saziyên pêwendîdar tê kirin ku ji bo girtiyên hatine berdan tedbîrên pêwîst bigirin û alîkariya wan bikin.

Li Koreya Bakur efûya giştî ya dawî di sala 2020an de bi munasebeta 70emîn salvegera damezrandina Partiya Kar (partiya desthilatdar) hat ragihandin.