Çile 20, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • Li Lîberya di Dêrekî de ji ber îzdîhamê 29 kes mirin

Li paytexta Lîberya Monrovia ku yek ji walatên Afrîqaya rojava ye, di Dêrekê de ji ber qerebalixî û îzdîhamê herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Alîkarê wezîrê Enformasyona Lîberya derbarê bûyerê de ji radoyoya dewletê re daxuyaniyek da. Alîkarê wezîr diyar kir, di bûyera Dêrê de ya ku şeva borî qewmî, 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê polîs Moses Carter jî diyar kir dibe ku hejmara mirîyan zêde bibin. Heta naha nehatiye zanîn ku ev qerebalixî û îzdîham ji ber çi sedemê pêk hatiye.

Serepeyv