Biden û Putin bi rêya telefonê li ser Ukraynayê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331071-biden_û_putin_bi_rêya_telefonê_li_ser_ukraynayê_axivîn
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê geşedanên li ser sînorê Ukraynayê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2021 10:14 Asia/Tehran
  • Biden û Putin bi rêya telefonê li ser Ukraynayê axivîn

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê geşedanên li ser sînorê Ukraynayê gotûbêj kirin.

Berpirsekî Koşka Spî ragihand; Biden ku ji bo betlaneya sersalê niha li eyaleta Delaware ye, pêwendiyeke telefonî ya 50 xulekî ligel Serokês Rûsyayê Vladimir Putin encam da.

Herwiha eşkere kir; Biden di vê pêwendiya telefonî de bijardeyên dîplomatîk ên li ser dosyeya Ukraynayê û belavkirina artêşa Rûsyayê li wan sînoran, pêşkêş kir.

Berpirsê Koşka Spî diyar kir: “Eger Rûsya êrîş bike ser Ukraynayê, dê Waşîngton bersiv bide.” Herwiha got: “Amerîka ji belavkirina artêşa Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê nîgeran e û daxwaz dike ew hêz vegerin cihên xwe yên berê.”

Putin di pêwendiya telefonî de ragihand: “Ji bo parastina berjewendiyên niştimanî yên herdu aliyan, em dikarin gotûbêj bikin û gotûbêja Rûsî - Amerîkî li ser mijara dosyeya Ukraynayê dest pê bike.”