Radestkirina termên sê leşkerên Ermenî ji aliyê Komara Azerbaycanê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330171-radestkirina_termên_sê_leşkerên_ermenî_ji_aliyê_komara_azerbaycanê_ve
Komara Azerbaycanê bi beşdariya hêzên aştiyê yên Rûs termên 3 leşkerên din ên Ermenistanê radestî vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2021 07:32 Asia/Tehran
  • Radestkirina termên sê leşkerên Ermenî ji aliyê Komara Azerbaycanê ve

Komara Azerbaycanê bi beşdariya hêzên aştiyê yên Rûs termên 3 leşkerên din ên Ermenistanê radestî vî welatî kir.

Li gorî ajansa IRIB Newsê ji Bakûyê, bi radestkirina termên 3 leşkerên din ên Ermenistanê, hejmara termên ku di encama şer û pevçûnên vê dawiyê de hatine radestkirin, gihîştiye çaran.

Ev Leşkerana di 16ê Mijdara îsal de di şer û pevçûnên sînorî yên navbera her du welatan de hatibûn kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di şer û pevçûnên hanê de 6 leşkerên ermenî hatine kuştin, 24 jî winda ne û 13 jî dîl hatine girtin.

Wezareta Parastinê ya Komara Azerbaycanê jî ragihand ku di van şer û pevçûnan de 7 leşkerên wê hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.

Li gor nûçeyeke din derbarê van du welatan, ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandiye ku wê serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyêv û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan meha tê li Brukselê bi hev re rûnin, da ku derbarê rewşa herêmê û riyên çareseriya kêşe û nakokiyên navbera du aliyan ser Qerebaxa Çiya gotûbêjê bikin.

Di 27ê Îlona 2020an de li herêma Qerebaxê ya bi nakok di navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de pevçûn derketibûn. Şerê 44 rojî di 10ê Mijdara 2020an de bi navbeynkariya Rûsyayê bi dawî bû.