Ji ber şewata di girtîgeheke Gurcistanê de 2 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329440-ji_ber_şewata_di_girtîgeheke_gurcistanê_de_2_kes_mirin
Li Gurcistanê di girtîgehekê de şewat derket û 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2021 05:25 Asia/Tehran
  • Ji ber şewata di girtîgeheke Gurcistanê de 2 kes mirin

Li Gurcistanê di girtîgehekê de şewat derket û 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Rustavî ya Gurcistanê di girtîgeha 17ê de şewat derket û hat ragehandin 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xizmeta Girtigehên Taybet, di girtîgeha 17ê ya bajarê Rustavî de şewat derketiye û di encamê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û hin karmendên girtîgehê jî ji ber dûkelê jehrî bûne, lê naha rewşa tenduristiya wan başe.

Herwaha hat ragehandin şewat hatiye kontrol kirin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpê kirin.