Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê dan Marîa Ressa û Dmîtry Muratov
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329303-xelata_aştiyê_ya_nobelê_ya_2021ê_dan_marîa_ressa_û_dmîtry_muratov
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê dan rojnamevan Marîa Ressa û Dmîtry Muratovê ku li Filipîn û Rûsyayê ji bona azadiya îfadeyê têdikoşin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2021 11:08 Asia/Tehran
  •   Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê dan Marîa Ressa û Dmîtry Muratov

Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê dan rojnamevan Marîa Ressa û Dmîtry Muratovê ku li Filipîn û Rûsyayê ji bona azadiya îfadeyê têdikoşin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Berît Reîss-Andersena Seroka Komîteya Nobelê Norwêcê ragihand ku Dmîtry Muratovê Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Novaya Gazetayê ku li Rûsyayê tê weşandin û Marîa Ressaya ji Filipînê layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê ditîne.

Reîss-Andersenê diyar kir Xelata Aştiyê ya Nobelê YA 2021ê dane rojnamevan Marîa Ressa û Dmîtry Muratovê ku li Filipîn û Rûsyayê ji bona azadiya demokrasî û îfadeyê têdikoşin.

Muratov di sala 1993yan da di nav avakarên Novaya Gazetayê da cî girtiye.

Marîa Ressaya nivîskar û rojnamevan ya ji Filipîn-Amerîkayê avakara şirîk ya Rapplera portala nûçeyan e ku navend Filipîn e û wek CEO jî wezîfe dike.