Di nav salekî de 580 leşkerên Amerîkayê xwe kuştine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329174-di_nav_salekî_de_580_leşkerên_amerîkayê_xwe_kuştine
Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; tenê di sala 2020an de 580 leşkerên wan, xwe kuştine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2021 16:31 Asia/Tehran
  • Di nav salekî de 580 leşkerên Amerîkayê xwe kuştine

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; tenê di sala 2020an de 580 leşkerên wan, xwe kuştine.

Pentagon raporek li ser xwekuştina di rêzên leşkerên Amerîkî de amade kiriye û eşkere dike, 175 leşkerên bejahî, 81 leşkerên hêzên esmanî, 66 leşkerên hêzên deryayî, 62 leşkerên piyadeya deryayî, 196 leşkerên pasevanên niştimanî û yedeg, dawî li jiyana xwe anîne.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di sala 2020an de hejmara leşkerên ku xwe kuştine, li gor sala 2019an zêde bûye, ku di wê salê de 504 leşkeran dawî li jiyana xwe anîne.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Auistin duh pêncşemê ragihand; zanyariyên wê raportê û amarên xwekujiyê yên di rêzên artêşa Amerîkayê de cihê nîgeraniyê ye û amar zêde ye û ji bo başbûna rewşê ti pêngavek nehatiye avêtin.