Dibistanên Efganistanê li xwendekar û fêrkarên jin hatine qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329171-dibistanên_efganistanê_li_xwendekar_û_fêrkarên_jin_hatine_qedexekirin
Tevî ku 13 roj di ser vekirina dibistanan re li Efganistanê derbas bûne jî, lê deriyên dibistanan hîna jî li ser xwendekar, fêrkar û mamosteyên jin ên Efgan girtî ne û tenê xwendekar û mamosteyên mêr diçin dibestanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • Dibistanên Efganistanê li xwendekar û fêrkarên jin hatine qedexekirin

Tevî ku 13 roj di ser vekirina dibistanan re li Efganistanê derbas bûne jî, lê deriyên dibistanan hîna jî li ser xwendekar, fêrkar û mamosteyên jin ên Efgan girtî ne û tenê xwendekar û mamosteyên mêr diçin dibestanan.

Ji ber vê rewşê, duh bi dehan jinên Efgan li rojhilatê paytext Kabulê xwepêşandan kirin û banga vekirina dibistanan li pêşiya xwendekarên jin kir.

Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Pênûsên me neşikînin.. Pirtûkên me neşewitînin..Dibistanan negirin” rakirin.

Lê belê endamên Koma Talîbanê gull ber bi jor ve reşandin da ku jin û keçên Efgan ên banga mafên xwe yên perwerdeyê dikirin, bitirsînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma Talîbanê soz dabû ku dê ji nûve deriyên dibistanan li pêş xwendekarên jin vebike. Lê belê ev soz bi ber bayê ketin. Metirsî hene ku di pêşerojê de rewşa jinên Efgan xirabtir bibe.