Di êrişeke çekdarî de 2 endamên Talîbanê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328992-di_êrişeke_çekdarî_de_2_endamên_talîbanê_hatin_kuştin
Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke koma Talîbanê li bajarê Celal Abad ê Efganistanê kir, di encamê de 2 endamên Talîban û sivîlek hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2021 05:15 Asia/Tehran
  •  Di êrişeke çekdarî de 2 endamên Talîbanê hatin kuştin

Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke koma Talîbanê li bajarê Celal Abad ê Efganistanê kir, di encamê de 2 endamên Talîban û sivîlek hatin kuştin.

Li gorî çapemeniya xwecihî, çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya li herêma Xewaşek kirin, di êrişê de 2 endamên Koma Talîbanê û sivîlekî ku di wir re derbas dibû, hatin kuştin.

Beriya 3 rojan jî di 3 teqînên li rojhilatê Efganistanê de ku DAIŞ`ê girtibûn ser xwe, herî kêm 2 kes hatibûn kuştin û 19 kesên din birîndar bûbûn.

Roja sêşemê, koma Talîbanê piştrast kir ku DAIŞ li ser Efganistanê ne xeter e û ew dikarin bersiva wê bidin.

Celal Abada Efganistanê ji baregehên sereke ye ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne. DAIŞ`ê êrişa 26`ê Tebaxa borî ya li balafirgeha Kabulê girt ser xwe, ku di encamê de zêdetirî 100 kes hatibû kuştin.