Serokê Encûmena YEyê: Amerîka hevpeymaneke bêwefa ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328965-serokê_encûmena_yeyê_amerîka_hevpeymaneke_bêwefa_ye
Serokê Encûmena Yekîtiya Ewrupayê (YE) Charles Michel rexne li Waşîngtonê girt û ragihand; Amerîka hevpeymaneke bêwefa ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2021 15:41 Asia/Tehran
  • Serokê Encûmena YEyê: Amerîka hevpeymaneke bêwefa ye

Serokê Encûmena Yekîtiya Ewrupayê (YE) Charles Michel rexne li Waşîngtonê girt û ragihand; Amerîka hevpeymaneke bêwefa ye.

Charles Michel di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û ji ber betalkirina peymana kirîna hejmarek binderyayî ya Fransayê ji aliyê Awustralyayê ve, rexneyên tund li Amerîkayê girt.

Michel diyar kir: “Hevpeymanî li ser bingeha şefafiyet û baweriyê çêdibe, lê belê tiştê ku me ji Amerîkayê dît, şefafiyet û bawerî tê de tune ye û Amerîka welatekî bêwefa ye.”

Sala 2016an Awustralya ji bo kirîna çend binderyayiyên pêşketî peymanek ligel Fransayê îmze kiribû, lê belê Amerîka dikeve nav rêkeftinê û pêşniyarek dide Awustralyayê û girêbesta qirase ya navbera Fransa û Awustralyayê dide betalkirin. Vê yekê Fransa aciz û nîgeran kir û Fransayê balyoza xwe ya li Washingtonê vekişand.