Amerîka: Me li Efxanistanê li DAIŞê da, çend serkirdeyên wê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328547-amerîka_me_li_efxanistanê_li_daiŞê_da_çend_serkirdeyên_wê_hatin_kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2021 19:50 Asia/Tehran
  • Amerîka: Me li Efxanistanê li DAIŞê da, çend serkirdeyên wê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Pentagonê bi daxuyaniyekê îdia kir: “Di encama êrîşên esmanî de li dijî DAIŞê, 2 berpirsên pilebilind hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.”

Berdevkê Pentagonê John Kirby herwiha diyar kir ku serbazên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Balafirgeha Kabulê kirine.

Artêşa Amerîkayê piştî êrîşên li Balafirgeha Kabulê, li wîlayeta Nangahar bi rêya firoyekên bêfirokevan dest bi operasyonê kiribû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kiribû ku ew DAIŞa – Xorasanê efû nakin û ew ê li dijî wan li cihên ku Amerîka dem û cihê wan diyar bike, bersiva wan bidin.