Kurd, ermen û yewnaniyan xwestin bila Amerîkayê Gurên Boz wek rêxistineke terorîst binase
Komeke rêxistinên Kurd, Ermen, Yewnan û Amerîkî yên li Amerîkayê bang li Wezareta Karên Derve ya vî welatî kir ku koma Gurên Boz a Tirk wek rêxistineke terorîst bi nav bike.
Komîteya Dostaniyê ya Kurdî-Amerîkî (AFK), Meclisa Fermandariya Amerîkî-Yewnanî (HALC), Parastina Xiristiyanan (IDC), Komxebata Rojhilata Navîn (MEF), Komîteya Nîştimanî ya Ermenî-Amerîkî (ANCA) vê hefteyê bang li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê kir ku koma Gurên Boz a Tirk bi awayekî fermî wek rêxistineke terorîst a biyanî bi nav bike.
Li gorî radyoya giştî ya Ermenistanê ku li ser înternetê weşanê dike, wan rêxistinan got Gurên Boz van sê şertên qanûnên Amerîkayê ku ew rêxistineke terorîst pêk tîne:
1. Ev rêxistin, rêxistineke biyanî ye.
2. Têkilî tevgerên terorîst dibe yan jî dikare û niyet dike ku tev lê bibe.
3. Tevgera terorîst a vê rêxistinê li ser ewlehiya welatiyên Amerîkayê û ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê gef e.
Heke ev rêxistin, wek rêxistineke terorîst a biyanî hat qebûlkirin, dê sermiyanên kesên endamên Gurên Boz ên li Amerîkayê werin cemidandin. Endamên vê komê dê nekarin derbasî Amerîkayê bibin.
Hikumeta Fransayê di 4`ê Mijdara 2020`an de bi awayekî fermî koma Gurên Boz qedexe kiribû.