Li Amerîkayê minibûsa koçberan li stûneke elektrîkê da û 10 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328078-li_amerîkayê_minibûsa_koçberan_li_stûneke_elektrîkê_da_û_10_kes_mirin
Li eyaleta Teksas a Amerîkayê duh minibûsa ku koçber têde bûn ji ber lêketina li stûneke elektrîkê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2021 06:14 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê minibûsa koçberan li stûneke elektrîkê da û 10 kes mirin

Li eyaleta Teksas a Amerîkayê duh minibûsa ku koçber têde bûn ji ber lêketina li stûneke elektrîkê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên amerîkî ragehand, bûyer li 80 kîlometriya dûrî bajarê McAllen a ser bi eyaleta Teksasê pêkhatiye.

Yek ji berpirsên ewlehiya Civakî yê Teksasê Nathan Brandley ragehand, minibûsa ku pêwîst e 15 kes lê siwar bibin, ji ber gelek zêdetirî wê rêwî lê siwarbûne, ajokar nekariye kontrola wesayîtê bike û li stûneke elektrîkê daye û piştre jî li lambeyên trafîkê daye.

Brandley ragehand, di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kesên din ên ku birîndar bûne rewşa wan girane.