Di êrişên hêzên Efganistanê de 53 endamên Talîban hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327718-di_êrişên_hêzên_efganistanê_de_53_endamên_talîban_hatin_kuştin
Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku duh di êrişên hewayî û şer de li Efganistanê herî kêm 53 endamên Koma Talîban hatine kuştin û 38 birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2021 07:50 Asia/Tehran
  •  Di êrişên hêzên Efganistanê de 53 endamên Talîban hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku duh di êrişên hewayî û şer de li Efganistanê herî kêm 53 endamên Koma Talîban hatine kuştin û 38 birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê îro bi daxuyaniyekê wiha got: “Li  wilayeta Kabîse ya rojhilat di êrişên hewayî yên hêzên Efganistanê yên li dijî deverên Taxib û Nicrabê de, 18 çekdar hatine kuştin û 24 birîndar bûne ku ji kuştiyan 3 fermandarên Talîban in.”

Wê wezaretê ragihand ku di operasyonên hêzên Erkaxweparastinê de li paytexta wilayeta Helmendê ya başûrê Leşkergeh de, 20 çekdarên Talîban hatine kuştin û 8 birîndar bûne. Her wiha diyar kir ku li wilayeta Belex a bakur jî di êrişên hêza hewayî ya Efganistanê de li herêma Kaldar 15 çekdarên Talîban hatine kuştin û 6 birîndar bûne.

Di daxuyaniya wezaretê de hate eşkerkirin ku di êrişên dawîn de erebeyek girêdayî çekdarên Talîban û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyê, hatine teqandin.