Li Almanyayê êrişa bi kêrê: 3 kuştî, 6 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327254-li_almanyayê_êrişa_bi_kêrê_3_kuştî_6_birîndar
Li bajarê Wurzburg ê Almanyayê duh di demjimêrên êvarî de kesekî bi kêrê êrişî xelkê kir û di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2021 11:10 Asia/Tehran
  •  Li Almanyayê êrişa bi kêrê: 3 kuştî, 6 birîndar

Li bajarê Wurzburg ê Almanyayê duh di demjimêrên êvarî de kesekî bi kêrê êrişî xelkê kir û di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyên hêzên polîs, di encama wê êrişa bi kêran de li Meydana Barbarossa a li Wurzburgê, 3 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan giran e.

Li gor zanyariyên medya xwecihî, kesê êrişkar ji aliyê polîsan ve ji lingê xwe hat birîndarkirin û hat girtin.

Ji ber wê bûyerê hejmareke zêde ya tîmên tendirustî û hêzên emnî bo Meydana Barbarossa hatin veguhastin û ew meydan bo demekê ji hatinûçûnê re hat girtin.

Polîsê Almanyayê ragihand ku êrişkar hemwelatiyê Somaliyê ye û temenê wî 24 sal in.

Herwiha li ser sedema êrişî heta niha zanyariyek nehatiye belavkirin.