Li Hindîstanê ji ber barîna baranên Muson avahiyekî 3 tebeq hilweşiya û 11 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326925-li_hindîstanê_ji_ber_barîna_baranên_muson_avahiyekî_3_tebeq_hilweşiya_û_11_kes_mirin
Li Hindîstanê ji ber bi bandorbûna baranên Muson li bajarê Mumbai avahiyekî 3 tebeq hilweşiya û 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2026-09-02T15:58:59+00:00 )
Hezîran 10, 2021 20:16 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê ji ber barîna baranên Muson avahiyekî 3 tebeq hilweşiya û 11 kes mirin

Li Hindîstanê ji ber bi bandorbûna baranên Muson li bajarê Mumbai avahiyekî 3 tebeq hilweşiya û 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor polîsê Mumbaî ragehandiya li herêmê baranên Muson ên bi bandor avahiyekî 3 tebeq hilweşiyaye û xebat ji bo rizgar kirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dikin.

Herwaha hat ragehandin ji bin xirbeyan termê 11 kesan hatine derxistin û 7 kes jî bi birîndarî rakirine nexwaşxaneyan.

Rayedaran ragehand, dibe ku di bin xirbeyan de hin kesên din jî mabin, ji ber wê jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.