Almanyayê derbarê tevkujiya xwecihiyên Namîbiyayê li xwe mukur hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326641-almanyayê_derbarê_tevkujiya_xwecihiyên_namîbiyayê_li_xwe_mukur_hat
Almanyayê derbarê tevkujiya xwecihiyan di serdema koledariya Namîbiyayê di salên 1904 heta 1908an ku têkildarî empratoriya Almanyayê ye, li xwe mukur hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2021 08:46 Asia/Tehran
  • Almanyayê derbarê tevkujiya xwecihiyên Namîbiyayê li xwe mukur hat

Almanyayê derbarê tevkujiya xwecihiyan di serdema koledariya Namîbiyayê di salên 1904 heta 1908an ku têkildarî empratoriya Almanyayê ye, li xwe mukur hat.

Li gorî rapora Deutsche Welle'yê, Hayko Mas wezîrê derve yê Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand: Almanya bi awayê fermî van bûyeran ku roja îro wek tevkujî tê naskirin, bi fermî nas dike.

Wî qala lihevkirina pêkhatî piştî 5 salan gotûbêja tev Namîbiyayê li ser bûyerên tundûtûjiyê li deverên bin desthilata Almanyayê ji sala 1884 heta 1915an pêşwazî kir.

Ji sala 1904an heta 1908an herîkêm 60 hezar xwecihiyên Herro û 10 hezar xwecihiyên Nama ji aliyê almaniyan va hatin kuştin.