Li dadgeheke Amerîkayê doz li çeteyeke DAIŞ`ê hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326066-li_dadgeheke_amerîkayê_doz_li_çeteyeke_daiŞ_ê_hat_vekirin
Li dijî çeteyeke DAIŞ`ê ku 5 jinên êzidî li mala xwe ya li Sûriyê kiribûn kole, doz hat vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 06:10 Asia/Tehran
  •  Li dadgeheke Amerîkayê doz li çeteyeke DAIŞ`ê hat vekirin

Li dijî çeteyeke DAIŞ`ê ku 5 jinên êzidî li mala xwe ya li Sûriyê kiribûn kole, doz hat vekirin.

Li gorî rojnemaya Telegraph a Brîtanyayê, parêzer Amal Clooney ku pispora kar û barên qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e, li dadgeha Virginiayê ya Amerîkayê doz vekiriye.

Çeteya DAIŞ`ê ya bi navê Nisrîn Îbrahîm Behar ku bi navê Um Seyaf tê nasîn, bi kolekirina 5 jinên êzidî li mala xwe ya li Sûriyê tê tawanbarkirin.

Li gorî ku berdevka Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî Bernadette Meehan berê regihandibû, Um Seyaf roleke girîng di çalakiyên terorê yên DAIŞ`ê de lîstiye.

Um Seyaf di Gulana 2018`an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû girtin.