Hevdîtina nûnerên 4+1ê tev desteya amerîkî li Viyenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325626-hevdîtina_nûnerên_4_1ê_tev_desteya_amerîkî_li_viyenê
Mîêxaîl Uliyanov nûnerê hertimî yê Rûsiyê li cem rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê Pêncşemiyê bi şev qala hevdîtina nûnerên koma 4+1ê tev desteya amerîkî li Viyenê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2021 18:36 Asia/Tehran
  • Hevdîtina nûnerên 4+1ê tev desteya amerîkî li Viyenê

Mîêxaîl Uliyanov nûnerê hertimî yê Rûsiyê li cem rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê Pêncşemiyê bi şev qala hevdîtina nûnerên koma 4+1ê tev desteya amerîkî li Viyenê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Uliyanov di twitterê da nivîsî: Bo cara yekem piştî derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî, nûnerên welatên endamê Peymana Navokî bêyî hebûan Îranê bi serokê desteya amerîkî li Viyenê ra di pêvajoya civîneke ne fermî civiyan.

Li gorî ragihandina Uliyanov, Du aliyan di vê civînê da derbarê çalakiyên derbarê vejiyandina Peymana Navokî gotûbêj kirin.

Dora sêyem a civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî çend saetan pêştir li Grand Hotela Viyenê bi dawî bû û biryar hat dayîn ku gotûbêjên teknîkî di civînên karzaniyê da werin domandin.