Weşandina hejmara herî dawiyê ya kuştiyan li Myanmar ji hêla Saziyên Sivîl ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325561-weşandina_hejmara_herî_dawiyê_ya_kuştiyan_li_myanmar_ji_hêla_saziyên_sivîl_ve
Saziya Civakî ya Sivîl (NGO) dibêje bi kêmî ve 701 kes di xwepêşandanên dijî darbeyê de li Myanmar hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2021 19:41 Asia/Tehran
  • Weşandina hejmara herî dawiyê ya kuştiyan li Myanmar ji hêla Saziyên Sivîl ve

Saziya Civakî ya Sivîl (NGO) dibêje bi kêmî ve 701 kes di xwepêşandanên dijî darbeyê de li Myanmar hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê ya hikûmeta Tirkiyê, Komeleya Alîkariya Girtiyên Siyasî li Myanmar di rapora xwe ya herî dawî de hejmara girtiyên di xwepêşandanên li dijî derbekaran de 3,012 ragihand.

Her weha NGO destnîşan kir ku 656 xwepêşander li ber girtinê ne.

Roja Înê di pevçûnên li bajarê Bago de herî kêm 82 kes hatin kuştin.

Leşkerê Myanmar di 1ê Sibatê de bi vê hecetê ku di hilbijartinên parlamentê dexelî pêk hatine li dijî partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a ku Aung San Suu Kyi serokatiya wê dike darbe pêk anî û desthilatdariya welêt girtee dest xwe, lê belê gel demokrasî û rêveberiya sivîl dixwaze.