Li Amerîkayê 226 hezar û 535 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323170-li_amerîkayê_226_hezar_û_535_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 389 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2021 19:14 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê 226 hezar û 535 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 389 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 13.01.2021ê di 24 demjimêrên borî de li Amerîkayê 226 hezar û 535 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheştiye 23 milyon û 369 hezar û 732 kesan.

Herwaha heta naha li Amerîkayê 389 hezar û 621 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 13 milyon û 816 hezar û 238 kes jî baş bûne.