Moskoصê banga berfirehkirina diyaloga nîştimanî ya Lîbyayê kir
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn îro bang li aliyên Lîbyayê kir ku di nav de alîgirên Muemer Qeafî jî hene, ku qada diyaloga nîştimanî fireh bikin.
Sergey Verşînîn girêdayî diyaloga Lîbyayê ya ku bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) didome, axivî û got divê aliyên Lîbyayê li ser lidarxistina hilbijartinan di dawiya vê salê de erê bikin û qada diyaloga nîştimanî bi tevlêbûna tevahiya hêzên siyasî, di nav de alîgirên serokê Lîbyayê yê berê Muemer Qezafî, fireh bikin.
Sergey Verşînîn wiha got: “Heke piraniya Lîbyayê dît ku pêwîst e hilbijartin pêk werin, bila wisa bibe. Bêguman NY dikare rolekê di vî warî de bilîze û li gel rêzgirtina ji serdestiya welêt re dikare alîkariyan pêşkêş bike.”
Tevî gelek dozên nakok, lê aliyên Lîbyayê yên ku tev li diyaloga siyasî bûne ku li Tunisê di Mijdara borî de li dar ketibûn, li ser lidarxistina hilbijartinên giştî li tevahiya welêt di 24`ê Kanûna bê de, li hev kiribû.