WHO: Pêla sêyem a vîrusa korona di rê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321646-who_pêla_sêyem_a_vîrusa_korona_di_rê_de_ye
Berpirsê taybet ê pandemiyê di Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) de David Nabarro, ragihand ku heger tedbîrên pêwîst neyên standin dibe ku Ewropa serê sala 2021ê rûbirûyî pêla sêyem a belavbûna koronayê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2020 20:12 Asia/Tehran
  • WHO: Pêla sêyem a vîrusa korona di rê de ye

Berpirsê taybet ê pandemiyê di Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) de David Nabarro, ragihand ku heger tedbîrên pêwîst neyên standin dibe ku Ewropa serê sala 2021ê rûbirûyî pêla sêyem a belavbûna koronayê bibe.

Nabarro di rûbirûbûna vîrusa koronayê de rexne li welatên ewropî girtin û wekî mînak têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya welatên Asyayê bi taybet jî Koreya Başûr nîşan da û spasiya wan welatan kir.

Naborro lezandina welatên Ewropî bo asayîbûnê jî rexne kir û got, “Nabe hûn li benda kêmbûna pêketinan û daketina wan bisekinin.”