Di teqînên Kabûlê de, 8 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321608-di_teqînên_kabûlê_de_8_kes_hatin_kuştin
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) ji zarê AFP`ê 8 kes di encama rêzeteqînên ku li paytexta Afganistanê Kabûlê de pêk hatin, hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 12:59 Asia/Tehran
  • Di teqînên Kabûlê de, 8 kes hatin kuştin

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) ji zarê AFP`ê 8 kes di encama rêzeteqînên ku li paytexta Afganistanê Kabûlê de pêk hatin, hatin kuştin.

Li gorî AFP`ê, mûşek  li nêzî herêmê Kesk a li kabûlê ketin û di encamê wê de 8 kes hatin kuştin.

Berdevkê Wezîrê Karê Hundirîn Tariq Eryan da zanîn ku terorîstan 23 mûşek avêtin bajarê Kabûlê û hemû li ser herêmên neştecihbûnê ketin.

Li gorî Tariq 8 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.