Helîkoptereke Rûsiyê li Ermenistanê ket xawrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321248-helîkoptereke_rûsiyê_li_ermenistanê_ket_xawrê
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê Duşemiyê bi şev qala ketina helîkoptereke vî welatî li Ermenistanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2020 18:19 Asia/Tehran
  • Helîkoptereke Rûsiyê li Ermenistanê ket xawrê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê Duşemiyê bi şev qala ketina helîkoptereke vî welatî li Ermenistanê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Helîkoptereke vî welatî bi êrîşa bergiriya erd bi asimên li Ermenistanê kete xwarê û her du lêniştiyên wê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê, lêkolînên jibo diyarkirna aliyê ku ev helîkopter xistiye xwarê didomin.

Ajansa Sputnikê cûreya vê helîkopterê Mi-24 da zanîn û ragihand ku du kesan canê xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Di vî halî da, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand: "Yêrîvan amade ye di warê aşkirabûna hegerên ketina helîkoptera Mi-24ê ya rûsî alîkariyê bike."