Komara Azerbêcan û Ermenistanê wê biçin Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320252-komara_azerbêcan_û_ermenistanê_wê_biçin_rûsyayê
Wezareta Derve ya Rûsyayê, îro ragihand ku Ermenistan û Komara Azerbêcan tevlêbûna xwe ji bo danûstandinên li Moskovayê ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2020 11:58 Asia/Tehran
  • Komara Azerbêcan û Ermenistanê wê biçin Rûsyayê

Wezareta Derve ya Rûsyayê, îro ragihand ku Ermenistan û Komara Azerbêcan tevlêbûna xwe ji bo danûstandinên li Moskovayê ragihandin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn,  bang li wezîrên derve yên Ermenistan û Komara Azerbêcanê kiribû da ku li Moskovayê li hev bicivin û aloziya Qerebaxê nîqaş bikin.

Kremlin di daxuyaniya xwe de got: “Piştî pêkhatina rêzetelefonan bi serokkomarê Azerbêcanê Ilham Aliyev û serokwezîrên komara Ermenistanê Nikole Pashinyan re, serokê Rûsyayê banga rawestandina êrişan li herêma bi nakok (Qerebax) ji ber sedemên mirovahiyê ji bo pevguherandina kuştiyan û dîlgirtiyan kir.”

Piştî şerên di navbera Bako û Yêrîvanê de, dewleta Tirkiyê piştgiriya Azerbêcanê kir û alozî gurtir kir.