Di şerê li dijî Azerbaycanê de 350 leşkerên Qerebaxê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320242-di_şerê_li_dijî_azerbaycanê_de_350_leşkerên_qerebaxê_hatine_kuştin
Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku ji destpêka şerê li hemberî Azrebaycanê ve, 350 leşkerên artêşa wê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2020 06:31 Asia/Tehran
  • Di şerê li dijî Azerbaycanê de 350 leşkerên Qerebaxê hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku ji destpêka şerê li hemberî Azrebaycanê ve, 350 leşkerên artêşa wê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê îro (Pencşemê) ragihand ku 30 leşkerên wê hatin kuştin û diyar kir ku hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka  şerê li dijî Komara Azrebaycanê ve ku di 27  ́ê Îlonê de destpêkirî gihîştiye 350 kuştiyan.

Di 27  ́ê Îlonê de şerê navbera Komara Azrebaycanê û Ermenistanê de giran bû. Dewleta Tirkiyê bi sedan ҫete xistin şer da ku li kêleka artêşa Azrebaycanê şer bikin. Di dîmenên ku  sibeha pêncşemê bi rêya setelaytê yên balafirgeha navneteweyî ya Ganja hatin kişandin, diyar dibe ku balafirên dewleta Tirkiyê li wê derê hene vê yekê gumanên beşdariya balafirên dewleta Tirkiyê di şerê li dijê ermeniyan li Qerebaxê zêde kir.