Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku pevçûn li Qerebaxê bilez bên rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i319965-konseya_ewlehiyê_ya_ny_xwest_ku_pevçûn_li_qerebaxê_bilez_bên_rawestandin
Konseya Ewlehiyê ya NY Sêşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê daxwaza rawestandina bilez a pevçûnan li navçeya Qerebaxê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2020 05:54 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku pevçûn li Qerebaxê bilez bên rawestandin

Konseya Ewlehiyê ya NY Sêşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê daxwaza rawestandina bilez a pevçûnan li navçeya Qerebaxê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di vê daxuyaniyê da ku ji aliyê Ebdo Abarî Serokê dewreyî yê Konseya Ewlehiyê ya NY va hat xwendin, ji Komara Azerbaycanê û Ermenistanê hatiye xwestin ku bilez pevçûnan li navçeya Qerebaxê rawestînin û gotûbêjan destpê bikin.

Konseya Ewlehiyê roja Sêşemiyê jibo hilkolandina dora nû ya pevçûnan navbera Bakû û Yêrîvanê li navçeya Qerebaxê, civîna awarte li dar xist.