Tebax 20, 2020 19:10 Asia/Tehran
  • Macron:

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku "hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan siyaseta berfirehkirinê ku rêgezên neteweyî û îslamî têkil hev dike û ne li gorî berjewendiyên Ewropayê ne, dimeşîne û ev siyaset ewlehiya Ewropayê têk dibe."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Serokê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de bi kovara "Paris Match" re got: “Divê Ewropa li hemberî van kiryaran bisekine û berpirsyariya xwe pêk bîne.  Ez ne bi gurkirina rageşiyê re me, ez di heman demê de bi dîplomasiya qels bawer nakim. Me nîşan da ku wateya hevgirtina Ewropayê heye.”

 

 

Serepeyv