Namzetiya Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê fermî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i318794-namzetiya_joe_biden_ji_bo_serokatiya_amerîkayê_fermî_bû
Duh Partiya Demokrat a Amerîkayê ji bo hevrikiya serok Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Joe Biden wek bernamzet hilbijart. Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 3’yê Mijdarê de dê li dar bikevin. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2020 17:11 Asia/Tehran
  • Namzetiya Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê fermî bû

Duh Partiya Demokrat a Amerîkayê ji bo hevrikiya serok Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Joe Biden wek bernamzet hilbijart. Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 3’yê Mijdarê de dê li dar bikevin. 

Wek dihat pêşbînkirin, di roja duyemîn a konferansa nîştimanî ya Partiya Demokrat de,  piraniya endamên Partiya Demokrat ji bo cîgirê serokatiyê yê berê Joe Biden deng da.

Her du serokên berê Jimmy Carter û Bill Clinton di konferansekê de serokê heyî Trump di demekê de ku li welat aloziya aborî û tenduristî ya xeternak heye, bi belavkirina aloziyê tawanbar kir.