WHO: "Berî 2021'ê ne li benda derziya Koronayê bin."
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317967-who_berî_2021'ê_ne_li_benda_derziya_koronayê_bin.
Serokê Bernameya Rewşên Lezgîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Mike Ryan li ser derziya ji bo Covid-19 got ku pêşketin hene lê berî destpêka sala 2021'ê dê derzî neyê bikaranîn. Ryan got: "Berî 2021'ê ne li benda derziyê bin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2020 05:52 Asia/Tehran
  • WHO:

Serokê Bernameya Rewşên Lezgîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Mike Ryan li ser derziya ji bo Covid-19 got ku pêşketin hene lê berî destpêka sala 2021'ê dê derzî neyê bikaranîn. Ryan got: "Berî 2021'ê ne li benda derziyê bin."

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Dema derzî bê amadekirin û belavkirin jî dê pirsgirêk derên ji ber ku hin welat ji niha de amadehî dikin gelek bikirin. Li ser vê yekê Ryan ev daxuyanî da: "Di vê şewbê de derzî ne ji bo dewlemendan an feqîran, ji bo her kesî ye û ji bo bi awayekî adilane bê belavkirin emê bixebitin."